|
girêdan
|
Rewþa Kurda ji aliyê Tayîp ve çawa dixûyê?
09 Sibat (Reşemî),
2009,
hawarnet.com
Binivsîne | Biçe
Jêr |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
MAMOSTE MARÛF
Bala xwe
bidinê, desthilatdariya tirk û -çi îslamparêz, çi demokratên lîberal, çi
çepgir û rastgir û Kemalîst, çi kurdên ji refên xwe veqetî û li dû qwîna
xelkê ketî- hemî hevkar û piþtevan û þirîkên wê, bi yek dengî radibin
rûdinin dibêjin “bila Çekdarên Tevgera Azadiya Kurd; hêvî û parêzvanên
dawiya dawîn ên Gelê Kurd, bê deng, bê qal û qir bê teq û req xwe ji çek û
rext bikin bên”
Ecêb û gosirmeta mezin ev e ku; ew heta niha tu car, ji bo çareseriya tu
pirsgirêkekê nehatine cem hev, li ser hev necivîne , li hev nekirine, lê
çawa dibe kes pê nizane, di warê çek berdana kurda de teqez tifaqa xwe dikin
yek, li hev dikin.
Wek mînak, ew li ser Ergenekonê bi hev nakin.
Li ser mafên mirovan bi hev nakin.
Li ser çareseriya pirsgirêka Qibris û Ermen û yewnan li hev nakin...
Li ser guherandina zagona bingehîn a leþkerî ya 82’ yan li hev nakin.
Di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de jixwe li ser tu mijarî li hev nakin...
Lê gava dor tê PKK’ê tev dibin yek, bi yek dengî û bi yek rengî dibêjin bila
ew dev û dest ji çek berdin û werin bikevin ber bextê dewletê.
Ez jî dibêjim belê, bila bên. De ka piþtî hatina wan dê hûn ê çi bikin?
Dê hûn ê nasnameya Kurda bi awakî fermî bipejirînin?
Dê hûn ê zimanê Kurdî ji afat û tofan û lehiya asîmîlasyonê rizgar bikin?
Dê hûn ê, zarokên kurdan ên xwendekarên dibistanên seretayî yên hêj destekî
goþt in, ji sonda nijadperest a “ tirk im, dirust im, ...ez bi can û cendek
qurbana hebûna tirkan bim” biparêzin an an?
Dê hûn ê Erdnîgariya talankirî, wêran û wêrtaskirî ya Kurda, ji nû ve þên û
ava û aram bikin?
Dê hûn ê Kurda, ji bêþixulî û ji xizanî û ji nezaniyê, bi kurtasî ji
“bêrûmetiya heþtê salan a li ser wan ferz kirî” rizgar bikin?
Ji dewletê tu deng dernayê... Bersîv, ji berdevkên wê yên di dilqê ronakbîr
û rojnamevan û siyasetmedarên -Xwedê giravî sivîl in- tê:
“ wa ye Tayîp dixwaze pirsgirêkê çareser bike. Ew tûjika dewletê jî, biniya
dewletê jî dinase. Ma hûn ji wî çêtir dizanin ka rewþ û hal û ehwal çawa ye?
Dê ew ê vê pirsgirekê bi awakî (?)çareser bike. lê, divê dora pêþî aliyê
kurd çek berde û bê...”
Bi gotina wan, bi saz kirina TV 6 a bi kurdî, bi lêvkirina guherandina navên
tirkî yên gund û bajaran, bi nîvcokî biryardayîna vekirina enstîtûya
zimanên- ku derheqê wan de di dilê xwe de dibêjin Xwedê qehra xwe li wan
bike, hêj nemirine mane- zindî, çend þertên çareseriyê hatine cih. Ên din
jî(?) piþtî çekberdan û hatina gerîla dê bên cih...
Bi ya wan, li ser navê dewletê û hêzên mezin ên Cihanê Tayîp jî dîtiye ku
êdî ev pirsgirêk gere bê çareser kirin. Ew bi dilê xwe yê sax bang li PKK’ê
dike dibêje were...
Aliyê Kurd, di gel hemî bangewaziyan, dibêje Tayîp ne jidil e. Ew jî yek ji
hevkarên kujer û talanker û biþavkeran e lê, “ji wan ên konek û piþt mistker
û piþo piþoker...”
Mejiyê neteweyî yê gelê kurd, bi hezaran çîrok û metelok û pêkenokên li ser
kes û kesayetiyên “konek û bi fêl” têr û tijî ye. Wa ye ez yek ji wan
berhemên giranbiha yên hiþ û mejiyê Gelê Kurd pêþkêþî we dikim.
Hûn ev du kesayetiyan, Tayîp û meleyê gund, bidin ber hev, ka kîjan ji yê
din baqiltir û jîrtir û jêhatîtir e?
***
Meleyê gund, her cara ku bo azandanê derdikeve ser banê mizgeftê , çavê wî
bi jinekê û mêrekî dikeve. Her du li ser xêniyê xwe tim û tim rûniþtî ne û
bi hev re ken û henekan dikin.
Jinik pir xweþa mele diçe, gava çav pê dikeve agir bi serî dikeve, hiþ û
aqil difûre meletî ji pê re...
Rojek, du roj, sê roj... Êdî hew xew dikeve çavan, sebr û tebat dimîne.
Þevekî þeytan dikeve qalikê wî, diçe xwe li koþeyê xêniyê wê ditelîne. Hayê
jinika reben ji bayê felekê tune. Bo destavê çawa ku derdikeve derve, yek ji
niþkave bi her du destê wê ve digire û ber bi xwe ve dikiþîne. Bala xwe didê
ev meleyê gund e. Mele bê pirs û bê teklîf dike fiþefiþ û jê re dibêje:
“Porkurê ez bo te mirîme, xêra mezinên xwe ji sing û berê xwe yê sipî û
qerqaþ, ji dev û lêvên xwe yên þirîn û þekirîn ramûsanek kerem bike!”
Jinika reben bi dîtina mele þaþ û mat dibe, ez bibêjim ji þerman, hûn
bibêjin ji tirsan, diricife û hêdîka jê re dibêje;
“- Mele, eyb e, þerm e tu van gotinan dikî! Heke mêrê min bi vê bênamûsiyê
bihise ew ê te jî bikuje, min jî...” Û direve dikeve malê.
Mele pol û poþman vedigere, lê ev tirsa jinikê ya ji mêrê xwe cesaretê dide
wî û dotira rojê dîsa diçe paþ mala wê û heman daxwaziyê jê dike. Jinik dîsa
red dike.
Mele vê yekê ji xwe re dike edet û her þev, wek kundê kor, xwe li paþ diwarê
mala jinikê vediþêre û bi derketina wê ya ji malê wek qirnî pê ve dizeliqe û
heman tiþtî dixwaze. Jinik dike nake xwe ji mele xilas nake...
***
Þevekê dîsa derdikeve derve, mele wek her carê dîsa qîra xw tê dide. Jinik
dibîne nikare xwe jê xilas bike, li ber rûyê wî disekine dibêje:
- Mele ser çavan; ez ê xewsteka te bînim cih; lê sê þertên min hene...
Mele pirî þad dibe baskên wî hebin ew ê bifire... Jinik þertên xwe yeko yeko
dijmêre:
-Mele dora pêþî divê tu di mizgeftê de qwîna xwe nîþanî Cemaetê bidî.
Mele dibêje, heþa heþa, qe tiþtek wisan dibe!
Jinik: “- wele tu dizanî” û dike biçe malê. Mele bi milê wê ve digire,
dibêje; “Mele Qurbana te be canê! Ka þertên xwe yên din jî bibêje.”
- Tu yê roja înê ewkê xwe jî nîþanî Cemaetê bidî.
Mele dîsa soro moro dibe lê, dibîne ku dê jinik ji dest biçe, bi dengekî
ricifok dipirse; “êêê, ê sêyemîn?”
- Tu yê wî karî li ber çavê mêrê min bikî!
Mele dîn û har dibe. Jinik baz dide diçe malê.
Rojek mele nimêja xwe diqedîne. Wek her roj, gundî dixwazin bi mele re hinek
sohbet bikin; lê ew rûyê xwe tirþ dike, bi mehde û mirûz xwe dide quncikekî
mizgeftê, bi tena serê xwe rûdinê. Cemaet li ser serê wî dicive. Yek jê
dipirse;
“ mele bi te xêr e, çima bihna te teng e?”
Ew biskek difikire, paþstûyê xwe dixurîne, axînek ji nav dil û kezeban
dikiþîne û dibêje: “ Heyra, ez ji fesadiya gundiyan êdî ji canê xwe têr
bûme. Bêwîjdanan gotine, mele qwîna xwe naþo!”
Bi dengekî kelogirî dilorîne, xwe li dîntiyê datîne, þal û derpê dide jêr û
qwîna xwe dide ber gundiyan û ji wan dipirse : “ Bo xatirê Xwedê lê binêrin,
ew þûþtî ye yan na?”
***
Çend roj bi ser de derbas dibe. Cemaet bo nimêja înê di mizgeftê de
civiyaye. Mele li ser kursî waez û nesihetan dide. Gotina xwe vir de wê de
dibe tîne, dîsa tê ser fesadî û þeytaniya gundiyan û dibêje: “ Gundîno, ev
paþgoyî û fesdiya hin merivan êdî ez ji canê xwe bêzar kirime. Xwedê mala
wan xera bike, der heqê min de îja gotine mele ne sinetkirî ye... Bo xatirê
miriyên xwe, ka binêrin ez sinetkirî me yan na?”
Bi vê yekê þertê duyem jî tîne cih...
***
Di ser de mawekê derbas dibe; rojek havînê dîsa bo azandanê derdikeve ser
banê mizgeftê; dibîne ku jinik û mêrê wê li ser xanî ne. Jinik hiriyê
dawdiþîne, mêrê wê jî li kêlekê... mele ji niþka ve diqîre deng li mêrê wê
dike :
“-Bê namûsê kurê bênamûsan, wa ye mêrê xelkê li ber çavê te jina te avêtiye
erdê, rezîl dike!”
Camêr bê hemdê xwe vediciniqe li jina xwe mêze dike , dibîne ku tiþtek wiha
tune, bi dengekî bilind li mele vedigerîne; “ Mele te aqilê xwe zayî kiriye?
Jina min wa ye li ber çavê min e!”
Mele dîsa diqîre:
“- Lawo, bi sê telaqan ji vir wisan dixûyê. Heke ji min bawer nakî were vir,
bi her du çavên serê xwe bibîne.”
Zulam pirî meraq dike, bi ya mele dike. Ji ser xanî peya dibe ku derkeve ser
mizgeftê û mêze bike ka ji wir çawa dixûyê.
Mele di cih de xwe ji ser mizgeftê davêje xwarê û bi lez û bez diçe cem
jinikê, jê re dibêje; “ wa ye mêrê te li me mêze dike” û ji niþka ve wê
davêje erdê û dikeve ser...
Mêrê jinkê li ser banê mizgeftê dibîne ku mele bi jina wî re karê bênamûsiyê
dike, dîn û har dibe, heta Xwdê dayê bi kerb diqîre:
“- Mele, mele! Xwedê te þaþ kiriye; tu çi dikî?”
Mele berê xwe didê, dibersivîne:
“- Kurê kerê, ma min ji te re negotibû ji wir wisan dixûyê!”
mamostemaruf@yahoo.fr
© HAWAR NET 2009
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
|
|
girêdanên
sponsor
|
newspaperturkiyelebçe, amed, paytext, diyarbekîr, halabja, þano, diyarbakir,
welat, azadiya welat
|

|